Heyeteke Hikûmeta Îraqê Serdana Kurdistanê Kir
Di hevdîtineke de ku, hijmareke din ji Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdarbûn rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî yên Îraqê jî hatin nirxandin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste tevahiya aliyan girêdayî bi destûra bingehîn bin û bo çareser kirina kêşeyên heyî jî dibe diyalog û danûstandin weke bijardeya sereke bikarbînin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de serdana heyeta Hikûmet Kurdistan û bo Bexda û peymanên ku, bi Hikûmeta Îraqê re îmze kiribûn hatin nirxandin û çawetiya damezrandina mekanîzma cîhbicîh kirina wan peymanan jî hate nîqaşkirin.
