• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî sêyemîn roja pirseya xwedê jê razî xuşka Serok Barzanî birêveçû

Bi amadebûna Serok Barzanî sêyemîn roja pirseya xwedê jê razî xuşka Serok Barzanî birêveçû
Li roja yekşem 12.05.2013 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya hejmarekî zêdeyê kesayetî û aliyê siyasiyên Kurdistanî û Iraqî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û şanda mekteba siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê roja dawiya pirse û serxweşiya xwedê jê razî xuşka Serok Barzanî birêveçû.

Her êvariya îro birêz Usame Nuceyfî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel ku ji Serok û Endamên Kutleya Parlemaniyên nav Encûmena Niştîmaniya Iraqê pêkhatibûn û her wiha birêz Eyad Elawî Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel û rêzdar Fale Feyaz Serokê Encûmena Asayîşa Niştîmaniya Iraqa Federal û Dr Tariq El Necim endamê mekteba siyasiya hizba De'we û şandekî hevrê û şandekî Bereya Turkmenî bajarê Kerkûk beşdariya pirseya matemîniya xuşka rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kirin û serxweşiya xwe bi cenabê Serok Barzanî ragihand û ji aliyê xwe ve jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina wan kir û spasiya şand û kesayetî û aliyê siyasiyan kir ku beşdarî serxweşiyê bûn.
Top