Îsa: Rêkeftina Rûsya û Amerîka ya li ser Sûriyê nêzîkî nêrîna me ye
Xalid Îsa diyar kir ku wan her dem xwestiye kirîza Sûriyê bi rêya siyasî were çareserkirin.
Îsa hinek dewletên navçeyê mîna Tirkiyê, Qeter û Eerebistana Siûdî bi astengkirina çareseriya siyasî tometbar kir.
Xalid Îsa ragihand ku Genêv2 taybet bi hêzên navdewletiye û daxaz kir ku tevahiya hêzên opozisyona Sûriyê kongirekî berfireh li darxin ku nûnerên hemû aliyan li xwe bigire.
Îsa got ku armanca vê kongireyê divê yekalîkirina du xalên sereke be: Çawaniya diyalogê li gel rejîmê û şêweyê rejîma nû ya piştî rejîma niha.
Îsa herwiha got: “ Di her çareseriyekê de, divê pênasîna destûrî bi gelê kurd weke neteweyekê were kirin."
Îsa di berdewama axaftinên xwe de got: " Divê sermiyana welêt bi awayekî dadmend were belavkirin û kurd li gor hebûna xwe beşdariyê di desthilata navendî de bikin.”
Îsa tekez kir ku Desteya Bilind a Kurdî (DBK) ew nûnera siyasî ya gelê kurd e û ew bi tenê dikare nûnerên kurdan di kongir de binav bike.
Rudaw
