Teqîn li Amedê
Îro li Amedê 2 birayên bi navê Sezgîn (14) û Yakup Onur (10) li Seyrantepeya Yenîşehîrê li ser sergo teqemeniyek dîtin û teqemenî tevdan. Ji ber vê yekê teqemenî di destê zarokan de teqiya û destê zarokê bi navê Sezgîn jê bû. Herdu birayan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ew hilanîn Beşa Lênihêrtina Lezgîn.
Nahê zanîn ka teqemenî yên çi ne û bi çi awayî li ser sergo hatiye danîn.
