• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bexdad hatina PKK bo nav xaka Êraqê red dike

Bexdad hatina PKK bo nav xaka Êraqê red dike
Hikûmeta Bexdadê, hatina gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bo nav xaka Êraqê red dike

Wezareta Derveyê Êraqê, di beyannameyekî de ragihand ku, hikûmeta Bexdad`ê, hatina gerîlayên PKK bo nav xaka Êraqê red dike.

Beyannameya navbirî, amaje bi wê dike ku, hikûmeta Êraqê pêşwaziya her pêngaveke jibo çareserkirina pirsa Krud û destpêkirina proseya aştiyê dike ya di navbera hikûmeta Turkiya û PKK. lê hatina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bo nav xaka Êraqê di çarçova parastina asayîşa navdewletî û aramî û berjewendiyê dewletên cîran de red dike.

Xendan
Top