• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş: Di Makeqanûnê De Peyva Tirk Hebe Divê Ya Kurd Jî Hebe

Demîrtaş: Di Makeqanûnê De Peyva Tirk Hebe Divê Ya Kurd Jî Hebe
Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, bal kişand partiyên din naxwazin peyva tirkbûnê ji makeqanûnê derxin û wiha got: “Baş e peyva tirk jê dernexin. Wê çaxê divê hûn pevya kurd jî lê zêde bikin. Çimkî kurd jî milet in, maf û hiqûqa wan jî heye.”

Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, gera xwe ya li Botanê didomîne. Demîrtaş li navçeyên Şirnexê geriya. Di şandeya BDP’ê de parlamenter Hasîp Kaplan, Nazmî Gur, Nursel Aydogan jî hebû. Demîrtaş, di xwepêşandana li Hezexê de derbarê pêvajoya çareserî û aştiyê de nirxandinên xwe bi gel re parve kir û li vir bersiv da Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç û ew rexne kir. Arinç, duh ji bo çekdarên PKK’ê ku vedikişin peyva “Heta dojehê riya wan heye” bi kar anîbû. Demîrtaş, got bi peyv û gotinên wisa tu wateya feraseta aştiyê tune ye û wiha axivî: “Berdevkê hikûmetê ku ji xwe re dibêje ez misilman im û xwedî ûcdanh im dibêje bila biçin dojehê. Ma bi feraseteke wisa aştî pêk tê? Ez jî dibêjim bila riya gerîlayên ku şer rawestandine û derdikevin derveyî sînoran vekirî be. Înşela dê cihê we bihûşt be.”


Demîrtaş, di axaftina xwe de bang li karsazên kurd kir û xwest li bajarên kurdan razemeniyê bikin.


‘Bila miletê kurd jî di makeqanûnê de hebe’

Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, li ser xebatên makeqanûna nû jî nirxandinên xwe kir. Demîrta, ev tişt gotin: “Ger hûn di makeqanûnê de peyva miletê tirk binivîsin, wê çaxê bila miletê kurd jî bê nivîsandin. Lê dibêjin kes nikare peyva miletê tirk ji makeqanûnê derxe. Wê çaxê peyva tirk ji makeqanûnê dernexin lê navê kurdan jî tê de binivîsin. Miletê kurd jî heye, maf û hiqûqa kurdan jî heye. Wan jî di makeqanûnê de binivîsin.”


Demîrtaş û şandeya pê re piştre ji Hezexê derbasî Cizîrê bû.
Top