2 teqînan Kerkûk hejandin
Jêderekê emnî ji Xendanê re ragihand: Îro danê sibehê otombêlekî bombekirî li navçeya pîşesazî ya Kerkûkê ku hêzên pêşmerge kiribûn armanca xwe di wê tewqînê de pêşmergeyekî canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndarbûn.
Heman jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku: Her li piştî ew teqîna li navçeya pîşesazî ya Kerkûkê li taxa Rehîmawa li nêzîk komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê otombêlek din teqiye, li gor amarên destpêkê jî di wê teqînê de 35 kes birîndarbûne.
Wê jêderê got: Ji niha ve pisporên di warên teqînan de li taxa Rehîmawa lêkolînê libarê ew otombêlên bombekirî de dikin ka gelo bombekirî bûn an xwekujî bûn e.
