• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: CHP û MHP Bingeha Şerê Nijadî Ava Dikin

Demîrtaş: CHP û MHP Bingeha Şerê Nijadî Ava Dikin
Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, ji ber piştgirî nadin pêvajoya aştî û çasereseriyê rexneyên tund li CHP û MHP’ê kir û got: “CHP û MHP bi zimanê xwe, helwestên xwe û gotinên xwe bingeha şerê nijadî ava dikin.” Demîrtaş basa hewlên bo amadekirina makeqanûneke nû li Tirkiyeyê jî kir û ragihand, ku zehmete bi ewî awayê niha makeqanûnek bi beşdarîya her 4 partîyan bihê amadekirin.


Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, îro li Amedê derbarê pêvajoya aştî û çareseriya di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyeyê de nirxand. Demîrtaş, got di demên dawiyê de li bajarên kurdan li ser riyên çûn û hatinê setereyên lêgerînê yên leşkeran zêde bûne û xwest ev setere bêne rakirin. Demîrtaş, derbarê cerdevanan de jî bi bîr xist 60 hezar cerdevan hene û xwest mafên teqewîtiyê û mafên qanûnî yên ji bo jiyaneke bi aram ji cerdevanan re bê naskirin. Selahedîn Demîrtaş, wiha axivî: “Em dixwazin pergala cerdevaniyê bi temamî ji holê rabe. Lê ji bo ku cerdevan mexdûr nebin pêwîst e mafên wan ên qanûnî bên dayîn. Ew bikaribin pêşerojek ji zarokên xwe re ava bikin.”

Demîrtaş, li ser vekişîna çekdarên PKK’ê jî nêrîna xwe vegot û da zanîn, ku kurd di vê pêvajoyê de bi hestyarin û divê artêş jî li hemberî vekişînê bi hestyar be. Demîrtaş li ser makeqanûna nû ku tê nîqaşkirin jî nêrîna xwe anî zimên û got: “Ez bawer nakim bi hevkariya 4 partiyan makeqanûneke nû bihê çêkirin, Lewre her yek pêşniyareke ji hev dûr dibêjin û ti pêşniyar hev nagrin. Hemû partî ji hev cuda difikirin û di navbera wan de cudatiyeke mezin heye. Ji ber vê yekê bawer nakim makeqanûna nû bi hevkariya van partiyan çê bibe. Lê pêdivî bi reformên makeqanûneke nû heye.”

Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, di dawiya axaftina xwe de ji ber piştgirî nadin pêvajoya aştiyê rexneyên tund li CHP û MHP’ê kir û da zanîn herdu partî bi ziman, helwest û gotinên xwe bingeha şerê nijadî ava dikin.
Top