Hikûmet Û Parlemen Bi Rizgarbûyiyên Gorên Bikomî Re Civiyan
Di wan her du civînan de hevdem ligel behs kirina ked û xebata Şehîdan û girîngiya rola wan di nava qonaxên curbicur yên Şoreşa rizgariya Kurdistanê de hevdem behsa komkujiyên ku, li ser Gelê Kurd hatine meşandin hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de behsa gorên bikomî jî hate kirin û Parlemen û Hikûmeta Kurdistanê eşkere kirin ku, vê bi her awayî hewl bo baştir kirina jiyana kesûkarên qurbaniyan û rizgarbûyiyên gorên bikomî bidin.
Her di wan civînan de Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê tekez li ser zêdetir xizmet kirina wan kesên rizgarbûyî kirin.
