• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pêşmerge Firokexaneya Hilêwe û Qezaya Dûzxormato Kontrol Kir

Pêşmerge Firokexaneya Hilêwe û Qezaya Dûzxormato Kontrol Kir
Îro sêşemê 7/5/2013 serbaz û piledarên ereb ên lîwaya 16 a firqeya 12 a ser bi artêşa Iraqê ve bi fermana firqeya 12 ji qezaya Dozxormatuyê vekişyan û ber bi nawçeyeke xwartir ji Dûzxormato paşve çûn û bi ewî awayî jî firokexaneyeke serbazî jî vala kirin. Li Hember de jî hêzeke pêşmerge li Firokaxenay Hilêwe û qezaya Dûzxormato hate bicihkirin.

Jêderekê li fewca 4`ê lîwaya 2`ê hêzên parastina dam û dazgehên neftê û gazê û samanên xwazayî yên Herêma Kurdistanê jî ragihandiye: "Îro danê serê sibehê hêzên me çûne nava firokexaneya serbazîya (Hilêwe) ya li sînorê Dozxormatuyê, ku bi dest lîwayê 16 a ser bi firqeya 12 a artêşa Iraqê ve ye."

Ewî jêderê herwisa ragihandiye: "Hejmarek zor li erebên lîwaya 16 li nav firokexaneya Hilêwe hatibûn bicîkirin lê îro serê şefeqê cihê xwe berdan û çûn."

Nêzîkî %80 pêkhateya lîwaya 16 a ser bi firqye a12 a artêşa Iraqê ve kurdin û ji aêlîyê wezareta bergirîya Iraqê ve fermana veguhastina wan hatiye derkirin.
Top