• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan: Komkujiya Banyasê mîna ya Kerbelayê ye

Erdogan: Komkujiya Banyasê mîna ya Kerbelayê ye
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan da zanîn ku komkujiya li bajarê Banyasê yê Sûriyê pêk hatiye, mîna şerê Kerbelayê yê dîrokî ye.

Li gor çalakvanên opozisyona Sûryê, di 4ê gulanê de hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê êrişî gundê El-Bêda yê ser bi bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê ve kirin û di encam de zêdetirî 800 kes hatin kuştin.

Recep Tayip Erdogan di civîna heftane ya Partiya Dad û Geşepêdanê ya li parlamentoya Tirkiyê wiha got: “Kesên ku di dilê xwe de hez ji malbata pêxember Muhemed dikin, nikarin Ii ser komkujiya Banyasê bêdeng bin.”

Erdogan her wiha got: “Dîmenên li Banyasê mîna yên Kerbelayê dil êş bûn û tawanbar jî wek Yezîd payenizimin.”

Opozisyona Sûriyê rejîmê Beşar Esed bi wê yekê tometbar dike ku şerekî mezhebî li dijî pêkhateya Sune li navçeyên parêzgehên Tertûs, Lazqiye û Humsê encam dide.

Lê belê Esed vê yekê red dike û dibêje çekdarên radîkal ên opozisyonê êrişî navçeyên elewiyan yên li wan parêzgehan dikin.

Piraniya elewiyên Sûriyê ku Beşar Esed ji wan e, li parêzgehên Laziqiye, Tertûs û Humsê dijîn.

Rudaw
Top