Li nav encûmena parêzgeha Musilê teqîn
Endamê encûmena parêzgeha Musilê li lîsta birayetî ya Nînewa Ebdulkerîm Gergerî ji Xendanê re ragihand: Biryarbû îro li nava encûmena parêzgeha Musil, lijneya emnî bicive, lê belê di demjimêr 8:30 xulkan danê sibê bombeyek bi otombêla serokê lijneya veberhênanê (Sena Mesûdî) ve teqiyaye û ajovanê wê jiyana xwe ji dest daye.
Gergerî diyar kir ku: Dema ku otombêl diçin nava encûmena parêzgehê têne kontrol kirin lê heya niha nehatiye zanîn ku ew bombeya mognatîsî li kur pêve hatiye kirin.
Endamê encûmena parêzgeha Musilê ser bi lîsta birayetî amaje bi wê yekê jî kir ku (Sena Mesûdî) pêştir ser bi lîsta (Hedba) ya Esîl Nucêfî bûye, lê niha ji wê lîstê cuda bûye.
Xendan
