Serokwezîr Bi Serok Û Endamên Civata Şûraya Kurdistanê Re Civiya
Di destpêka civîna han de Serokê civata Şûrayê bi awayekî kurt behsa kar û erkên civata han kir balkêşande ser kemûkurtî û kemanî û kêşeyên berdem cîhbicîh kirina erk û karên Şûrayê.
Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa girîngiya kar û çalakiyên Şûraya han kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê pêwîstiyeke gelek girîng bi hebûna vê Şûraya han heye û pêwîste qanûn û mekazagonên Kurdistanê li gorî pêdeviyên demê werin serrastkirin daku, li gorî asta pêşkeftina Kurdistanê bin.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku, dibe qanûn û mekazagonên nû li ser esas û bingeheke bihêz werin amadekirin jiber ku, bingeha sereke ya her desthilateke bihêz û serkeftî hebûna qanûn û zagonên goncaw û bihêze.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, em dikarin bo serrast kirina qanûn û zagonên heyî fêde ji ezmûna psporên biyanî jî werbigirin û bo vê yekê jî em dikarin komîteyeke pspor dabimezrênin daku, bi wan qanûnan re destpê bike ku, di vê pêvajoya niha de pêwîstiya Hikûmeta Kurdistanê bi wan heye.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku, civata Şûraya Kurdistanê di her warî de bi taybetî di warê bilind kirina pileya karmendên Hikûmetê de dikare hevkariyeke gelek baş pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê bike.
