• Tuesday, 10 February 2026
logo

"Di êrişa Îsraîl de, 42 serbazên Esed hatine kuştin"

Saziya çavdêriya mafên mirov a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihand ku di encama êrişa esmanî ya Îsraîl de bo ser bingehên leşkerî yên Sûriyê, 42 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Saziya çavdêriya mafên mirov a Sûriyê ragehand ku di êrişa esmanî ya berbanga roja yekşemê (05.05.2013) ya Îsraîl li dijî bingehên leşkerî yên Sûriyê yên li nêzîkî paytext Şamê 42 serbaz hatine kuştin û çarenivîsa zêdetir ji 100 serbazên din jî nediyar e ku guman heye ew jî hatibin kuştin.

Ajansa fermî a nûçeyên Sûriyê (SANA), roja yekşemê ragehand ku balefirên Îsraîl bi roketan êrişî navendeke lêkolînan a leşkerî li nêzîkî paytexta wî welatî kirine.

Roja înê (03.05.2013) jî, Îsraîl êrişî barekî çekan kir ku ji Sûriyê ji Hizbulahê re dihat şandin lê ziyanên wê êrişê nehatin zanîn.

Hikumeta Îsraîl heta niha bi fermî ew êriş piştrast nekiriye lê karbidestên hikumetê radigihînin ku rêbaza Îsraîl xuya ye û ew rêkê nadin çekên Sûrî bigihîjin destê grûpên çekdar. Ev daxuyanî jî wek qebûlkirina wan êrişan hat şirovekirin.

Wezareta derve ya Sûriyê jî êrişên Îsraîl wek ragihandina şer li dijî Şamê binav kiribû û gefa bersivdayînê li Tel Avîvê xwaribû.

Rudaw
Top