• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Tirkiyeyê Piştgiriya bo Aştiyê Her Diçe Zêde Dibe

Li Tirkiyeyê Piştgiriya bo Aştiyê Her Diçe Zêde Dibe
Di rapirsîneke li 30 bajarên Tirkiyeyê de piştgiriya ji bo aştiyê ji sedî 90.8 derket. Kesên tevli rapirsînê bûne xwestin pirsgirêka kurd demildest çareser bibe.


Li gorî nûçeya Sabahê şîrketa Kondayê li 30 bajaran rapirsîn çêkir. Ji sedî 90.8’ê ku tevli rapirsînê bûn piştgiriya xwe ya ji bo aştiya di navbera PKK û hikûmetê de nîşan dan. Piraniya beşdaran xwestin pirsgirêka kurd di zûtirîn demê de çareser bibe.

Li gorî rapirsînê pirsa “îro hilbijartin çêbibe hûn ê rayê xwe bidin kê?” hate kirin. Ji sedî 52.4 AK Partî, ji sedî 21.8 CHP, ji sedî 14 MHP û ji sedî 7.4 jî BDP’ê tercîh kirin. Li gorî rapirsînê xelk ji jiyana xwe ya aboriyê jî kêfxweş e û di 5 salên dawiyê de aboriya xelkê baştir bûye.
Top