• Tuesday, 10 February 2026
logo

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Li roja yekşemî 5/5/2013 bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê vî Îmad Ehmed civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê civiya.

Di destpêka civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa naverok û encamên serdan û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê ji civînê re rave kir û ragihand ku, ev serdana han di encama civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê de hate pêkanîn û di vê serdana han de em bi Serokwezîrê Îraqê û herwiha part û aliyên siyasî yên Îraqê re civiyan û me ji wan re got: Em hatine daku, kêşeyên heyî çareser bikin û hertim me hewl daye daku, fêde ji her derfetekî werbigirin daku, bi rêya danûstandin û diyalogê kêşeyên heyî çareser bikin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de naveroka peymana heft xalî jî yaku, bi Serokwezîrê Îraqê re îmze kiriye ji civînê re eşkere kir û ragihand ku, em ne li benda vê yekêne ku, di şevekî de û bi serdanekî tevahiya kêşeyên heyî werin çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, em li Bexdayê bi Serokwezîr û part û aliyên siyasî yên Îraqê re gotiye ku, me Îraqa nû li ser sê prensîbên lihev kirin, hevsengî û hevparî damezrandiye lewre dibe em jî di warê birêvebirina welat û desthilatdarî de hevparên rastîn bin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de diyar kir ku, girînge herkes bizanibe ku, bo çareser kirina kêşeyên heyî û spandina aştî û aramî li Îraq de tişta ku, dikeve ser milê Hikûmeta Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê bêyî ti kemanî cîhbicîh dike.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, bo wenêrîna cîhbicîh kirina wan heft xalan komîteyeke hevbeş hatiye damezrandin û vê ev komîteya han çavdêriya cîhbicîh kirina vê peymana han bike.

Piştî dawî hatina axaftinên Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr naveroka peymana han ji civînê re xand û pişt re jî bernameya civîna han jî hate xendin û civîn li gorî bernameya han dewam kir.
Top