YPG amara şerê 7 rojan ya li Til Temir aşkere kir
Hêjayî gotinê ye ku beriya 3 rojan grûpek çekdar yên ser bi Êla Şerabîn ya Ereb li nêzî gundê Eyn Ebd hêriş kirin ser yekîneyeke gerok ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di encam de du rojan şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de rû dan, piştre grûpeke çekdar ya ser bi Rêxistina Cebhêt El Nesre agirê fitneyê vêxist û hewl da ku wê deverê bikşîne berbi şerekî tayîfî, lewra piştgirî da grûpên çekdar û hêrişî gundên deverê kirin, lê li hemberî berxwedan û xweragiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe engirt û ziyanên maddî û canî dan.
Di beyannameyê de hatiye ku, ew herêm niha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de her weha rêya navbera Til Temir – Til Beyder ji grûpên çekdar hatiye paqij kirin.
Xendan
