Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de bi têr û tije behsa rewşa Iraqê bi giştî û pêvajoya navçeyên sunne nişînan bi taybetî kirin. Li mijareke din da Balyozê Emerîka palpiştiya welatê xwe ji bo biryara vegerandina Wezîr û Nûnerên Kurd ya Bexdayê derbirî û ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bi hengavekî erênî da zanîn.
Guftûgokirina paşaroja Iraqê li piştî hilbijartina sala 2014 û zêdetir pêşxistina pêwendiya navbera Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û Herêma Kurdistanê û bi mebesta çespandina aramiya li Iraqê de bi hevdû gihîştina hevbeş mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Serok Barzanî li hevdîtinê de nêrîna xwe ya li hember hemû kêşeyên niha û paşaroja Iraqê derbirî û dûpat kir, başbûna rewşê bende bi cîhbûna her sê prensîpên (hevbeşî, hevsengî û sazan) ve û got: Eger bawerîbûn bi wan sê prensîpan hebê û kar pê bê kirin hêviya başbûna pêvajoya li Iraqê jî dibê.
