• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kerry pêşwazî li vegera wezîrên Kurd bo Bexdad`ê kir

Kerry pêşwazî li vegera wezîrên Kurd bo Bexdad`ê kir
Wezîrê Derve yê Emrîka Jhon Kerry pêşwazî li vegera nûner û wezîrên Kurd bo Bexdad`ê kir û bi awayekî fermî Wezîrê Derve yê Êraq`ê Hoşyar Zêbarî di heyva dahatî de vexwendiye bo Waşinton`ê.

Di beyannameyek wezareta derve ya Êraqê de ku kopiyek jê gihîştiye Malpera Xendan, wezîrê Derve yê Emerîka Jhon Kerry îro telefon Wezîrê Derve yê Êraq`ê Hoşyar Zêbarî kir.

Di peywendiya telefonî de behsa peywendiyên navbera Emrîka – Êraq`ê û girîngiya çalakkirina karê komîteyên hevrêziya wezarî ya di navbera herdu welatan de di çarçoveya stratejîk de hatiye kirin.

Li gor beyannameyê Kerry bi awayekî fermî Wezîrê Derve yê Êraq`ê Hoşyar Zêbarî vexwendiye bo Emerîka.

Her ligor beyannameyê, wezîrê derve yê Emrîka pêşwazî li rêkeftina di navbera hikûmeta federalî ya Êraq û hikûmeta Herêma Kurdistan û vegera wezîr û parlementerên Hevpeymaniya Kurdisrtanî bo Bexdad`ê kir, daku rola xwe di saziyên destûrî ya dewletê de bileyîzin û diyaloga di navbera aliyan de û çareserkirina arîşeyan li gor yasa û destûrê berdewam bikin.

Xendan
Top