Hemû Tekesta Rêkevtina Navbera Hewlêrê û Baxdadê
Ji bona ku her kes rastiyê bizane, em li vir tekesta rêkevtinê weke ku hatiye îmza kirin diweşînin û her heft madeyên rêkevtinê berçav dikin.
1- Amadekirina projeyek taybet bo (qerebokirina qurbaniyên êrîşên enfal, çekê kîmiyayî, serhildan û gorênbikom) û hukûmeta federal bo wan penaberên li herêma Kurdistanêne, budceyeke taybet berdest bike.
2- Pêkanîna komîteyeke bala bo karûberên emnî û hevahengiya di warên emnî de.
3- Pêkanîna komîteyekê ji her du aliyan bo îdarekirina karûberên emnî bi awayekî hevbeş li deverên nakokdar (deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê) ku, bi mekanîzmeke taybet û bêy fermandarên operasiyanan, bi taybet fermandariya Operasyona Dicle, bên îdare kirin.
4- Bihevrekarkirin ji bona danana qanûnekê bo diyarkirina sînorên wîlayetan, wek wê qanûna ji aliyê serokomarê Iraqê ve (Celal Talebanî) pêşkeşî civata wezîrên Iraqê kirî. reşnivîsa qanûna hilweşandina biyarên (Civara serokatiya Şoreşê) ku, ji aliyê civata wezîran ve hatiye pêşkeş kirin.
5- Pêkanîna komîteyeke hevbeş bo lêkolîna pirsên qeza, gomirk, sefer, deriyên ser sînoran û yên din li her du hikûmetên federal û hukûmeta herêma Kurdistanê.
6- Ji civata wezîran bê daxwaz kirin ku, qanûna budceya federal a sala 2013ê û pêvekên wê bi awayekî usolî di ber çavan re derbas bike.
7- Pêkanîna komîteyekê ji her du aliyan bo rêkeftin li ser reşnivîsa qanûna neft û gazê û reşnivîsa qanûna dabeşkirina dahatiniyê neftê.
