Di Meha Nîsanê De Li Îraqê 205 Kes Hatine Kuştin
Li gorî ev amara han ku, ji aliyê her sê wezaretên parastin, tendirostî û navxwe ya Îraqê ve hatiye weşandin di Meha Nîsanê de jiber teqîn û kiriyarên din yên Terorîstî li Îraqê de 121 welatî û 45 leşker û 39 polîs hatine kuştin.
Herwiha 300 welatiyên din jî ku, 167 ji wan welatiyên medenî, 66 leşker û 67 polîsin jî hatine birîndarkirin û bi giştî 40 Terorîst hatine kuştin û 87 Terorîstên din jî hatine girtin.
