Mesrûr Barzanî: Dem Dema Xwe Amadekirin Bo Serkeftin Û Destkeftên Zêdetire
Di hevdîtineke de ku, Berpirsê desteya cemawerî ya PDKê Sasan Ewnî jî têde amadebû desteya mekteba sekretariyeta Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê behsa kar û çalakiyên xwe kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî jî bigermî bixêrhatina heyeta han kir û ragihand ku, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ev tevgera têkoşere ku, em jî têde beşdarbûne û jiyana siyasiya piraniya me jî bi vê tevgera han re destpê kiriye lewre niha ev tevgera han bi tevgera xwe dizanin û piştgîriya vê dikin.
Birêz Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, pêwîste Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li gorî bername û planeke nû xizmeteke zêdetir pêşkêşî Xwendekaran bike û handerek be bo pêşxistina asta zanstî li Kurdistanê de.
Mesrûr Barzanî bo vê yekê jî dubare piştgîriya xwe bo yekîtiya xwendekarên Kurdistanê diyar kir.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî guhertin û pêşhatin siyasî yên li Deverê jî weke derfeteke din bo Gelê Kurd wesif kir û got: Rewşeke gelek goncaw bo Gelê Kurd bi giştî di holê deye û paşeroja Gelê Kurd rûn û wekiriye lewre pêwîste tevahiya me bi can û rihê nîştimanperwerî yekrêziya xwe biparizin jiber ku, niha dem dema xwe amadekirin bo serkeftin û destkeftên zêdetir.
