• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi amadebûna wezîrên Kurd encûmena wezîran civiya

Bi amadebûna wezîrên Kurd encûmena wezîran civiya
Îro 2/5/2013`an, civîna encûmena wezîran a Êraqê bi serokayetiya serokê hikûmetê Nurî Malikî û bi amadebûna wezîrên Kurd birêve çû û têde çend pirsên giring hatin gotûbêj kirin.

Wezîrê Bazirganî yê Êraqê Dr. Xêrula ji Xendanê re ragihand ku: Civîna îro ya encûmena wezîran 4 demjimêran dirêj kir û têde çend pirsên taybet bi wezaretan hate gotûbêj kirin û Nurî Malikî jî bixêrhatina wezîrên Kurd kiriye.

Li barê civîna encûmena wezîran li Hewlêrê jî , Dr. Xêrula got: Di civînê de behsa wê babetê nehatiye kirin çûnkî ew babet peywendiya xwe bi rewşa siyasî ve heye.

Pêştir wezîrê bazirganî ya Êraqê ji Xendanê re ragihandibû ku biryare van nêzîkane serokwezîrê Êraqê serdana Hewlêrê bike û di wê serdanê de Malikî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Xendan
Top