Balafirên şer gundên Efrînê bombardiman dike
Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê îro çarşeme, di demjimêr 11:00 danê nîvro balafirênşer yên rêjîma Sûriyê gundê Ziyaretê a ser bi devera Şêrewan a ser bi navçeya Efrînê bombardiman kirin û di encamê de 3 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûne her weha topxaneyên rêjîma Esed ji bajarokên Zehra û Nibilê, balafirxaneya Minixê gundê Ziyaretê topbaran dike.
Ajansê aşkira dike ku topbarana navçeyê hîna berdewame.di heman demê de balafirên şer bi ser asmana navçeya Efrînê digerin.
Navên birîndaran jî bi vî awayî ne: (Ebdu Mistefa Kuse 62 salî, Mihemed Şe`ban Oso 22 sal, Enwer Yûsif jî 33 salî ye.)
Hêjayî gotinê ye ku berya du rojan jî artêşa rêjîma Sûriyê her gundê Ziyaretê bi topan baran kir û di encamê de zarokekî 9 salî jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor jêderê topbarana ku gundê Ziyaretê kiriye armanc ji herdu bajarokê Şî`eyan (Nibil û Zehra) yê ve tê gulebaran kirin ku hêzên rêjîmê û Şebîheyan weke navenda êrişên xer li navçeyê bikartînin.
Xendan
