• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge û Polîsên Germiyan Gihiştin Qeretepe

Gulan Media April 24, 2013 Nûçe
Hêzên Pêşmerge û Polîsên Germiyan Gihiştin Qeretepe
Piştî kû îro li devera Qeretepe şer û pevçûn di navbera Hêzên Dicle û komên çekdarên wê deverê pêkhat û hijmarek ji her dû aliyan hatin kujtin, dewrûberê nîvro hêzên pêşmerge gihiştin Qeretepe û her weha hêzên polîsên Germiyan jî bo wê deverî bi rêketin.


Gotebêjê polîsên Germiyan, muqedem Hesen Mihemed, bo ajansa Peyamnêr ragihand; bi sedema wê aloziya kû li devera Qeretepe rûdayî, hêzên Pêşmerge berû wê navçeyê tevger kirin, niha li wê bajarokê ne, di heman demê de, rêveberê polîsên Germiyan emîdê Yasayî Mihemed Fayîq da kû ji nêzîk ve, agehdariya rewşa Qeretepe be, li gel hêzên Polîsên Germiyan çûne wê navçeyê.

Weha jî got: rewşa navçeyê aloze, ev jî bi sedema wan pevçûnên di navbera hêzên artêşa Iraqê û komên çekdar yên wê deverê pêkhatiye.

Di encama wê pevçûnê de, li nêzîkî gundê Keşkûl û Xizêfe rûda, hijmare ji her dû aliyan hatine kujtin û birîndar bûne, her di vê navberê de hêzên Dicle berû Celewle paşkêşî kirine.
Top