Amarên Dawî li Ser Rewşa Silêman Beg
Rêvebirê asayişa Dûzxurmatû Tahir Feqî bo ajansa Peyamnêr ragihand: li bajarê Silêman Beg binkeyê Hêzên Polîsê Fîderal û baregeha Lîwayê 16 ya Silêmanî li cihê xwene û di hewildanên berdewam dene bo kontirolkirina wê navçeyê, weha jî got kû ew nûçe ne rastin kû dibêjin Lîwaya 16 ji aliyê çekdaran ve hatiye rakirin.
Wekî din da zanîn kû hêzên ewlehiyê li cihê xwe ne û komên çekdaran car car êrîş dikine ser bi taybet jî bi çekên Sekvan (qenas) gule diberdin hêzên ewlehiyê, di beramber de jî hêzên ewlehiyê rûberûyê wan dibe. Belê heta weke niha ti kujtî û birîndar neketine.
Tahir Feqî amaje jî da kû, rewşa wê navçeyê gelek aloze û hemwelatî ji ber wê rewşa metirsîdar di nava tirsê dene.
