Ta niha Zêdetir ji 200 kuştî û birindar hene
Jêderekê agahdar li rûdanê ji Xendanê re ragihand ku: piştî ku îro danê serê sibehê sêşeme 23/4/2013`an ew hêzên ku bi hevkariya helîkopteran û bi gaza stêrkbarînê êrişî xwepêşanderan kiribûn û piştre jî bi ava şid bikaranîbûn şer û pevçûn rûda û heya niha jî berdewame.
Heman jêderê aşkira kir ku ew hêriş ji aliyê hêza Siwat û polîsê federal û hêzekî taybet ya serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî hatibûn encam dan.
Ji aliyekî din ve li gor amarên destpêkê heya niha 6 serbaz hatine kuştin û 11 serbazên din jî birîndarbûne, di rêza xwepêşanderan de jî zêdetir li 50 kesan hatine kuştin û sedan jî birîndarbûne.
Xendan
