• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pira navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê temam bû

Gulan Media April 23, 2013 Nûçe
Pira navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê temam bû
Li gor jêderên herêmî li navçeya sînorî, li Fîşxabûrê ragihandine ku, ew pira ku ji bo şandina alîkariyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de li aliyê Hikûmeta Herêma kurdistanê ve hatibû biryarkirin temam bû.

Hatiye ragihandin ku heya niha alîkariya ji Herêma Kurdianê ji bo Rojavayê Kurdistanê dihate şandin bi rêya keştiyên biçûk li ser ava Dîcelê re dihate guhastin, lê niha piştî amadekirina vê pirê dê bi otombêlan kelûpel bêne guhastin û bazirganiya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de hêsantir be.

Hêjarî gotinê ye berya niha Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê ji bo hêsankirina şandina alîkariyên gelê Başûrê Kurdistanê bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê birya dan ku pireke nû li ser ava Dîcleyê bê avakirin.

Xendan
Top