Artêşa Tirkiyeyê li Ser Operasiyonên Dijî PKK Berdewam Dibe
Li gor jêderên nûçeyan, îro dûşembe serkirdatîya rtêşa Tirkiyeyê beyannameyek belav kiriye û tê de amaje bi ewê çendê daye ku yekeyên serbazîyên artêşê li gor qanûnê bi bê rawestan berdewam dibe li ser erk û çalakîyên xwe bo rûbirûbûna ewan çekdarên ku li gor xwe bi terorsît nav biriye.
Artêşa Tirkiyeyê herwisa tekez dike ku bi hîç şêweyekê operasiyon û çalakîyên serbazîyên xwe narawestîne û daye xuyakirin, ku hîç rênimayîyeke nû ji alîyê hikûmetê ve negihîjtiye ber destê wan û her ji ber ewê çendê ew dê li ser hewlên xwe bo rûbirûbûna çekdarên PKK berdewam bin.
Ew yek jî di demekê de ye ku serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan aşkira kiriye, ku hîç destpêşxerîyeke taybetî ji bo rawestandin yan jî berdewambûna kirdarên serbazî di qadê de nîne.
