• Monday, 09 February 2026
logo

Grûbên çekdar li Serekaniyê êrîşî YPG’ê kirin

Gulan Media January 8, 2013 Nûçe
Grûbên çekdar li Serekaniyê êrîşî YPG’ê kirin
Li gûndê Mûtela yê Serêkaniyê çend ciwanên Ereb yên girêdayî Artêşa Azad êrîşî xala leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (YPG) kirin.

Çalakvanê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hiso ji bajarê Serêkaniyê ragihand, duh (07.01.2013) li gûndê Mûtela ku 15 kîlomtreyan ji Serêkaniyê dûre, çend ciwanên Ereb yên girêdayî Artêşa Azad êrîşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin, lê ew êrîş bê encam û ziyan bû.

Berî demekê jî grûbên çekdar yên nêzî Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gel şerê navbera xwe de rawestandin. Ji wê dema agirbesta navbera Artêşa Azad û YPG’ê ya li Serêkaniyê de cara yekeme şer rûdide. Ehmed Hiso jî bilêv kirk u rewşa bajarê Serêkaniyê pir hestiyare û dibe car din şer biqewime.

Rudaw
Top