Sebah Numan: Pergalên nû yên parastina asmanî dê Herêma Kurdistanê biparêzin
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan di hevpeyvîna taybet a bi Pêşkêşkarê Rûdawê de Arez Xalid re axivî û li ser qonaxa piştî vekişîna hêzên Koalîsyona Navdewletî ya ji Îraqê daxuyaniyên girîng dan.
Sebah Numan diyar kir ku Îraq ji bo vê pêvajoyê bi temamî amade ye û hikûmet bi temamî baweriya xwe bi şiyanên hêzên çekdar tîne û got, “Parastina Herêma Kurdistanê beşek e ji parastina Îraqê.”
Berdevk destnîşan kir ku salnameya vekişînê, bi liberçavgirtina rewşa amadehiya hêzên Îraqê, metirsî û zehmetiyên mimkin bi hûrgilî hatiye amadekirin û got, “Pergalên nû yên parastina asmanî dê Herêma Kurdistanê biparêze.”
Bi gotina Seba Numan ti valahiyên ewlehiyê di navbera artêşê Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan de nemaye.
Sebah her wiha angaşt kir ku ji bo dirêjkirina mana hêzên Koalîsyonê ti sedem nînin.
Ev naveroka hevpeyvîna bi Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan re ye:
Rûdaw: Gelekî spas. Werin em bi mijara paşeroja Îraqê dest pê bikin, gelo Îraq ji bo qonaxa piştî vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî amade ye?
Sebah Numan: Gelekî spas, silav ji bo te û ji bo xebatkar û temaşevanên kanala Rûdawê, spas ji bo vê mêhvandariyê. Di rastiyê de ew lîste û demên ku me ji bo bidawîhatina erka Hevpeymaniya Navneteweyî destnîşan kirine, li ser bingeha agahiyên hûr û nêrîneke temam a ji bo amadehiya hêzên çekdar ên Îraqê, astengiyên paşerojê û metirsiyên çaverêkirî hatine danîn.
Ji ber wê dema ku ev dem hatin diyarkirin, hemû îhtimal li ber çavan hatin girtin û li ser van deman lêkolînên berfireh hatin kirin. Lihevtêgihiştinên li gel Hevpeymaniya Navneteweyî ji aliyê komîteyeke ewlehî û leşkerî ya bilind a hêzên çekdar ên Îraqê ve hatine meşandin ku wan di danûstandinên bi hêzên Hevpeyman re aliyê pîşeyî li ber çavan girtiye, da ku erka wan a li Îraqê bi dawî bibe.
Ji ber wê du dem hebûn ji bo bidawîhatina erka Hevpeymanan: Ya yekem 30ê Îlona 2025an bû ku tê de hêzên Hevpeymanan dê ji hemû baregeh û kampên nav bajarên Îraqê vekişin ji xeynî Herêma Kurdistanê, piştî du salên din jî bi îzna Xwedê 30ê Îlona 2026an vekişîna hêzên Hevpeymanan bi temamî bi dawî dibe û bi vî awayî Operasyona "Vîna Polayî" bi dawî tê û erka Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê temam dibe.
Rûdaw: Hikûmeta Îraqê dê herî zêde ji ber çi dilgiran bibe piştî vê vekişînê?
Sebah Numan: Di rastiyê de hikûmeta Îraqê baweriya xwe ya temam bi şiyanên hêzên xwe yên çekdar heye, ez jî îro wekî berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar û berdevkê hêzên çekdar, bi hemû baweriya xwe ve dibêjim hêzên ewlehiyê yên Îraqê di asta herî bilind a amadehiyê de ne û bi temamî amade ne ji bo parastina desthilata Îraqê û parastina wê ya bi hemû hêza xwe.
Moralê hêzên me yên ewlehiyê gelekî bilind e, hevahengiya îstixbaratî û operasyonî di navbera hemû beşên hêzên çekdar de di asta herî bilind de ye. Me di warê rahênan û perwerdeyê de gavên gelekî mezin avêtine, lewra îro şiyana me heye.
Rûdaw: Wate ti dilgiraniyek ji aliyê hikûmeta Îraqê ve nîne piştî vê vekişînê? Mebesta te ev e?
Sebah Numan: Li gorî baweriya me ya bi şiyanên hêzên me yên ewlehiyê, ti dilgiraniyek nîne. Hikûmeta Îraqê piştevan û alîkar e û baweriya wê bi şiyana hêzên çekdar heye. Em vê baweriyê ji morala gelê xwe û baweriya wan a bi hêzên ewlehiyê digirin. Her wiha ji baweriya rêzdar fermandarê giştî yê hêzên çekdar ku ti kêmasiyek nekiriye di piştgiriya hêzan de.
Ji dema destbikarbûna wî û avakirina hikûmetê ve, di pêşengiya ewlehiyê de pirsgirêka sînordarkirina çekan di destê dewletê de, navendîbûna biryara ewlehiyê, her wiha piştgirîkirina hêzên ewlehiyê bi kel û pel û çekdarkirineke pêşketî daniye, wekî ku metirsî û erk dixwazin. Bi taybetî hêzên Îraqê tecrubeyeke mezin a meydanî di şerê li dijî komên terorîst de bi dest xistiye, lewra eger çekên pêwîst ji bo wan werin dabînkirin, ew dê di asta herî bilind de bin.
Rûdaw: Eger metirsiyeke ewlehiyê ya mezin piştî 30ê vê mehê rû bide, gelo ti îhtimalek heye ji bo dirêjkirina hevahengiya leşkerî li gel Hevpeymaniya Navneteweyî?
Sebah Numan: Dema bidawîhatina erka Hevpeymanan demeke cîgir e û me çend caran destnîşan li ser kiriye, ji aliyê xwe ve jî hêzên Hevpeymanan destnîşan kiriye ku erka wan 30ê Îlona îsal bi dawî dibe, her wiha wan şahidiya giştî da ji bo şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê û spasiya asta wan hêzan kir.
Rûdaw: Wate nabe peymanên navbera Îraq û Hevpeymanan werin dirêjkirin? Ti dirêjkirinek nîne?
Sebah Numan: Ti hincetek ji bo dirêjkirinê nîne birayê min ê rêzdar, ti hincetek nîne. Çendîn sal in em li qadê şerê terorê dikin û xebata li qadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hemû beşên xwe û bi hevahengiyeke gelekî bilind bi rê ve diçe. Di qonaxekê de valahî di navbera sînorên Bexda û Herêmê de hebû, rêxistina terorîstî sûd jê wergirt lê ev du sal in piştî avakirina yekîneyên hevbeş, ev yekîne di çarçoveya hêzên ewlehiyê yên yekgirtî de bûne mînakeke mezin a tevahiya hemû pêkhateyên gelê Îraqê.
Îro li wan navçeyan berpirsyar in û hemû valahî hatine dagirtin û ji bo tevgerê ti derfetekê nadin terorîstan, her wiha operasyonên pêşwext hene ji aliyê hêzan ve, dezgeha dijeterorê jî rojane li dû şopên bermahiyên terorê digere. Rewşa ewlehiyê bi giştî gelekî aram e, şiyan û zîrekiya hikûmetê û serokwezîr û serkirdeyên ewlehiyê bi îzna Xwedê dê bibin mînak ji bo ku hêz erkên xwe bi şêweyekî herî baş bi cih bînin.
Şiyana hêzên ewlehiyê û mijara çekan
Rûdaw: Piştî vekişîna hêzên Hevpeymanan, gelo pêvajoya komkirin û sînordarkirina çekan di destê dewletê de dê berdewam be, yan ev mijar bi dawî dibe?
Sebah Numan: Komkirin an jî birêxistina çekan nav çi be jî biryareke desthilatî ya Îraqî ye û di bernameya wezaretê de cih girtiye ku serokwezîr pêşkêşî parlamentoyê kiriye û destnîşan li ser wê yekê kiriye ku çek tenê di destê dewletê û hêzên fermî de bin, biryara şer di destê parlamento, hikûmet û bi xwe fermandarê giştî de be. Lewra me lihevtêgihiştineke baş bi birayên nav koman re pêk aniye, biryar a gelê Îraqê ye û hemû kes di asta berpirsyariyê de ne û ez piştrast im piştî 30ê Îlonê dê bê dîtin.
Rûdaw: Dê kengî ev pêvajo bi dawî bibe?
Sebah Numan: Di rastiyê de demeke piştî 30ê Îlonê hatiye diyarkirin û lihevtêgihiştina li gel birayên di nav koman de berdewam e. Komên mezin hene ku çekên xwe radest kirine û baregehên xwe girtine û kel û pelên xwe û kesên xwe radestî sazî û wezaretên ewlehiyê kirine, hinekên din jî li ser wê rêyê ne. Bê guman ev dosye dê gelekî bi lez bi dawî bibe û hemû kes pêdagiriya hikûmetê dibînin.
Rûdaw: Ji bi lezê, wate kengî ye? Demeke we ya diyarkirî heye ji bo bidawîhatina vê pêvajoyê?
Sebah Numan: Bê guman dem heye û ew dem hatiye diyarkirin lê girêdayî lihevtêgihiştinan e.
Rûdaw: Dema diyarkirî dê kengî be? Ez tenê dixwazim ji min re bibêjî ka dema diyarkirî dê kengî be?
Sebah Numan: Ez ne çavkaniya biryarê me, ez ji we re dibêjim lihevtêgihiştinên navbera serokwezîr û rayedarên koman berdewam in û Çarçoveya Hevahengiyê jî ev erk girtiye ser milên xwe. Bê guman hemû alî pêdagir in li ser girtina yekcarî ya vê dosyeyê.
Rûdaw: Dê çawa miamele li gel wan koman bê kirin ku red dikin çekan radest bikin?
Sebah Numan: Heta niha me nedîtiye ku ti komek vê pêvajoyê red bike. Hemû jî Îraqî ne û xema wan Îraq e û dixwazin rûpela şer bê girtin û rûpela avadankirin û aboriyê dest pê bike.
Rûdaw: Wate rêzdar Sebah, hemû kom bi vê pêvajoyê razî ne?
Sebah Numan: Bibore, bila ez rastgo bim, ev agahiyên derketî yên ragihandin û torên civakî ne lê li qadê lihevtêgihiştineke cidî di navbera hikûmet, rayedarên Çarçoveya Hevahengiyê û hemû koman de heye. Ew ne li derveyî Îraqê ne, birayên me bi xwe ne û me bi hev re şer kiriye û me bi hev re teror têk biriye û xwîna me li ser vê xakê tevlî hev bûye. Em wekî dijmin li wan nanêrin, ew di qonaxekê de ku ji bo alîkariya dewletê çek hilgirtin û niha dema wê hatiye ew çek bên danîn û biryar di destê fermandarê giştî de be.
Rûdaw: Wate ti aliyekî nerazî nîne?
Sebah Numan: Heta niha me ti redkirinek ji bo biryara hikûmetê nedîtiye û hemû kes li ser cîbicîkirina vê biryarê berdewam dikin.
Êrişên bi dronan û pergalên parastinê
Rûdaw: Êrişên bi dronan li ser navçeyên Herêma Kurdistanê berdewam in, kî li pişt van êrişan e?
Sebah Numan: Lêkolîn di asta bilind de hene û lihevtêgihiştin di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de heye ji bo diyarkirina çavkanî û aliyên pêwendîdar. Bê guman em birayên xwe ji hemû hûrgiliyan agahdar dikin, di heman demê de em ji bo bihêzkirina hêza asmanî û parastina asmanî bi pergalên pêşketî kar dikin û di demeke nêzîk de pergalên gelekî bipêşketî yên parastina asmanî dê bigihîjin Îraqê û dest bi kar bikin û dê şiyana wan a parastina asmanê Îraqê hebe ji bo rêgirtina li her destdirêjiyekê.
Rûdaw: Eger Îraqê lêkolîn kiribe, çima nikare vê pirsgirêkê çareser bike, pirsgirêka êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê?
Sebah Numan: Ev lêkolînên ewlehiyê ne û di asteke bilind a nepeniyê de ne, dema ku encam zelal bibin dê pêşkêşî raya giştî bên kirin lê hikûmet ne xemsar e û ti kêmasiyek nekiriye di dûvçûna xemsar û destdirêjkeran de da ku radestî dadgehê bike, çimkî ev destdirêjiya li ser desthilata Îraqê ye û zererê digihîne saziyên hestiyar, lewra her aliyek dê bê cezakirin û dê radestî dadgeha Îraqê were kirin.
Rûdaw: Gelo dê şiyana Îraqê ya parastina asmanê xwe hebe piştî ku Hevpeyman ji Îraqê vekişiyan?
Sebah Numan: Pergala parastina asmanî ya bipêşketî û radarên hûrbîn ên navîn û dûrnîşan, her wiha pergalên bi mûşekan ên dijî mûşek û dronan dê bigihîjin Îraqê, karekî mezin di wî warî de hatiye kirin.
Rûdaw: Ev pergalên parastinê dê kengî bigihîjin?
Sebah Numan: Peymanên me bi aliyên Amerîka, Koreya Başûr û Tirkiyeyê re hene. Her çend e serdanên Serokwezîr piranî li ser aboriyê bin jî, mijarên ewlehiyê jî tê de cih girtin. Pêvajoya amadebûna hêzên Îraqê, her tim di pêşengiya xebatên wan de bûye.
Rûdaw: Gelo ev pergalên parastinê nadin Herêma Kurdistanê?
Sebah Numan: Pergala parastina asmanî pergaleke navendî ye û odeya kontrolê ya navendî heye ku ji aliyê Fermandariya Parastina Asmanî ve tê birêvebirin, çimkî asmanê welêt têkel e ji dron û balafirên sivîl û Îraqê korîdoreke asmanî ya girîng e, lewma biryar dê navendî be.
Rûdaw: Werin em zelal bin, rêzdar Sebah, mebest û pirsa min ev e: Gelo ev pergalên parastinê didin Herêma Kurdistanê?
Sebah Numan: Dabeşkirina pergalan dê bi awayekî be ku hemû asmanê Îraqê bi temamî biparêze. Bê guman Herêma Kurdistanê jî beşek e ji Îraqê û parastina asmanê wê di pêşengiya Wezareta Parastinê de ye.
Rûdaw: Di nav de Herêma Kurdistanê, ne wisa ye?
Sebah Numan: Belê, Herêma Kurdistanê beşek e ji Îraqê, lewma parastina Herêma Kurdistanê ji erkên me ye. Asayîşa Herêma Kurdistanê beşek e ji asayîşa Îraqê û silametiya Herêma Kurdistanê silametiya Îraqê ye. Em cudahiyê naxin navbera Herêma Kurdistanê û navendê. Hemû axa Îraqê ye û erkê me yê wekî hêza ewlehiyê desthilata ax, asman û deryayê biparêzin. Dabeşkirina pergalan jî dê li gorî mîkanîzmaya diyarkirî ya pisporên parastina asmanî be ji bo parastina tevahiya asmanê Îraqê.
Pêşmerge û dabeşkirina asayîşê
Rûdaw: Wate Xwedê neke eger êrişek li ser Herêma Kurdistanê bê kirin, gelo Îraq dê berpirsyariyê bigire ser xwe?
Sebah Numan: Li Herêma Kurdistanê Hêza Pêşmerge heye, hêzeke perwerdekirî û xurt in û beşek in ji hêzên çekdar ên Îraqê û erkê parastina Herêma Kurdistanê û sînorên xwe di stûyê wan de ye. Em jî wekî hêzên çekdar ên Îraqê piştgiriya van hêzan dikin. Wezareta Parastinê û hemû dezgehên ewlehiyê hevahengiyeke rasterast li gel dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hene. Em li vir li Ofîsa Fermandarê Giştî hevahengiyê li gel hemû dezgehan dikin û pêşengtiya cîbicîkirina planan dikin ji bo rêgirtina li her binpêkirinekê.
Rûdaw: Li ser mijara Pêşmerge, dê çawa miamele li gel Pêşmergeyan bê kirin di pergala ewlehiyê ya paşerojê ya Îraqê de?
Sebah Numan: Pêşmerge beşek e ji hêzên çekdar ên Îraqê û wekî hêzeke ewlehiyê erk û berpirsyariya wî heye, em miameleyê bi wan re dikin û em di erkên wan de piştgiriya wan dikin, bi taybetî di parastina Herêma Kurdistanê de. Heta ku ji destê me bê em dê hewl bidin ji bo bipêşxistina şiyanên wan û bilindkirina jêhatîbûna wan a şer.
Rûdaw: Baş e, dê maf û destkeftiyên aborî yên Pêşmerge çawa bi yên artêşa Îraqê re bibin yek? Wekî ku hûn jî dizanin, pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge berdewam dike, gelo plana we ya ji bo vê yekê çi ye?"
Sebah Numan: Ev gaveke erênî ye û em gelekî pê dilxweş bûn. Me pîrozbahî li birayên fermandar ên Pêşmergeyan kir ji bo vê biryara dîrokî ya yekkirina hêzên Pêşmerge. Ev jî belge ye li ser derbaskirina qonaxeke mezin di serbixweyiya ewlehiyê û yekîtiya biryara ewlehiyê ya Îraqê de. Em piştevanên wan in, hem beriya yekkirinê û hem jî piştî wê.
Maf û budceyên darayî, dikevin çarçoveya lihevkirinên hevpar ên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de û xebatên li ser wan berdewam dikin. Çawa ku hewldanên berpirsên Wezareta Darayî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hene, her wiha daxuyaniyên wan ên ji bo çareserkirina nakokiyên derbarê budçeya Pêşmerge de jî hene. Pêşmerge jî parçeyek ji wan e.
Rûdaw: Li ser pirsa vekişîna hêzên navneteweyî, di van rojan de DAIŞê êrişî hêzên dijeterorê yên Îraqê kir li Pirdêya nêzîkî Kerkûkê, gelo piştî vekişîna Hevpeymanan metirsiya vegera DAIŞê zêdetir nabe?
Sebah Numan: Nexêr, berevajî wê, ez wê zanyariyê rast dikim: Min got hêzên dijeterorê yên Îraqê rojane operasyonên pêşwext dikin ji bo jinavbirina bermahiyên terorê. Doh jî li ser bingeha zanyariyên îstixbaratî yên hûr li Kerkûkê bi dû terorîstên DAIŞê ketin, du terorîst hatin kuştin û yekî din jî hat girtin. Ev di çarçoveya operasyonên pêşwext ên dijeterorê de ne ku encamên serkeftî bên girtin. Dezgeha Dijeterorê bi teknolojî û wêrekiya xwe dikare bigihîje her cihekî asê û dûredest ku terorîst lê bin. Navendên bajaran aram in û di bin kontrolê de ne, lewra ew operasyon di çarçoveya çavdêrîkirina DAIŞê de ne, ne ku bersivdana êrişan be.
Rûdaw: Tu dizanî li hinek navçeyan valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û Artêşa Îraqê de heye, dê kengî ev valahî bên dagirtin?
Sebah Numan: Niha ti valahiyek di navbera sînorên navend û Herêmê de nemaye. Ti navçeyeke bêalî di navbera sînorên hêzên federal û Pêşmerge de nemaye. Ew her du lîwayên hevbeş ên ku hatin avakirin, sînorê berpirsyariya wan ketiye navbera navend û Herêma Kurdistanê. Hemû valahî hatine dagirtin û dabeşkirina berpirsyariyan jî li gorî rêlibergirtina her derbasbûneke terorîstan e ji Herêmê ve ji bo navendê an jî berevajî wê.
Rûdaw: Gelo we ti gaveke pratîkî heye ji bo rêgirtinê li bikaranîna axa Îraqê ya êrişkirina ser welatên cîran?
Sebah Numan: Dabeşkirina sektorên berpirsiyariyê û ji nû ve birêxistinkirina yekeyan hatine kirin. Her wiha, ji bo kontrolkirin û belavbûna li herêma çolê ya sê parêzgehan, Fermandariya Operasyonên Badiyeyê hatiye avakirin. Gef ji aliyê serkirdayetiya ewlehiyê ve her tim tên xwarim. Raporên îstîxbaratî li ser liv û tevgerên dijmin hene. Plan li gorî van agahiyan tên xêzkirin da ku tu valahî ji dijmin re nemîne. Ji ber vê yekê, operasyonên me yên pêşîlêgirtinê berdewam dikin û li gorî rewşê, hewcehiyê, nêrîn û xwendina me ya li ser tevgera dijmin û her wiha li gorî paşeroj û rûbirûbûna astengiyên dahatûyê tên nûkirin.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê rêzdar Sebah Numan. Gelekî spas.
Rudaw
