Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê: Em hewl didin benzînê ji Sûriyeyê hawirde bikin
Hikûmeta Iraqê ji bo derbaskirina qeyrana giran a sotemeniyê, dest bi hawirdekirina benzînê ji Sûriyeyê kir. Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê aşkere kir ku plan heye rojane 200 tankerên benzînê derbasî navxweyê welêt bibin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, benzîn bi rêya tankeran û bi awayekî rêkûpêk ji Sûriyeyê digihêje Iraqê. Rukabî destnîşan kir ku ev sotemenî, ligel wan birên ku di deriyên sînorî yên din re tên hawirdekirin, dê pêdiviyên bazarê dabîn bike û komgeha stratejîk a welêt bihêz bike.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, roja 24ê Îlonê karwanê yekem ê benzînê ku ji 57 tankeran pêk dihat, derbasî nav axa Iraqê bûye. Niha kar li ser wê yekê tê kirin ku rojane hejmara wan bigihêje 200 tankeran da ku valahiya sotemeniyê ya li navxweyê welêt were dagirtin.
Zêdetirî mehekê ye ku parêzgehên Iraqê rûbirûyî qeyraneke dijwar a benzînê bûne. Li gorî amarên fermî, Iraq rojane pêdivî bi 32 heta 33 mîlyon lître benzîn heye, lê şiyana berhemanîna parzûngehên navxweyî rojane tenê 27 heta 28 mîlyon lître ye; ev yek jî rojane dibe sedema kêmasiya nêzîkî 5 mîlyon lîtreyan.
Tevî ku Iraq li ser asta cîhanê yek ji mezintirîn berhemohner û hinardekarên petrola xav e, lê di dirêjahiya salên borî de hertim bi pirsgirêka kêmbûna şiyana parzûnkirin û dabînkirina berhemên spî yên wekî benzîn û mazotê ve dinale.
Pisporên aboriyê dibêjin ku sedema sereke ya vê qeyranê, ji ber kevnarbûna parzûngehên navxweyî, kêmbûna veberhênanê di sektora parzûnkirinê de û zêdebûna berdewam a hejmara wesayîtan e ku rojane daxwaza li ser sotemeniyê zêde dike.
K24
