Cengîz Çandar: Ocalan û Erdogan dikarin pirsê çareser bikin
Rojnamegerê xwedan ezmûn Cengîz Çandar ê ku şêwirmendîtî jî kevneserokomarê Tirkiyeyê Tûrgût Ozal re kiribû, pêşkeftinên dawî yên di navbera Kurdan û rêveberiya Enqereyê de ji rojnameya ‘Vatan’ a Tirkî re nirxand.
Nivîskarê rojnameya Radîkal a Tirkî Cengîz Çandar got ku hêza Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bilî her du serokomarên destpêkê yên Tirkiyeyê M. Kemal Ataturk û Îsmet Înonu ji hemû rêveberên dewletê yên heta niha bihêztir e, lewra ger bixwaze ew dikare meseleya Kurd çareser bike.
Çandar, di vî warî de wiha pê de çû: “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de piştî Ataturk û Înonu lîderê herî bihêz Erdogan e. Ne Menderes (Rûdaw: Serokwezîrê Tirkiyeyê yê di salên 50’yî de hat dardekirin Adnan Menderes), ne jî Ozal (Rûdaw: Serokomarê Tirkiyeyê Tûrgût Ozal ê ku di salên 90’î de dema bi PKK’ê re di nava danûstandinan de bû, bi awayekî ‘gumandar’ ji nişke ve jiyana xwe ji dest da) xwedan hêza Erdogan a niha nebûn... Ger Erdogan bixwaze dikare meseleya Kurd çareser bike, ji ber ku di nava gel de jî piştgiriyeke mezin jê re heye. Heman tişt ji aliyê/bereya din ji bo Ocalan derbas dibe. Ocalan di nava rêxistinê de pir bihêz e, lê hêza wî ya herî bingehîn û mezin di nava gelê Kurd de ye... Di hundirê 14 salên Ocalan li Îmraliyê tê girtin de hêza wî pir zêdetir bû. Lewra ta ku Ocalan mûxatab neyê girtin, çareserî pêk nayê.”
Li ser pirsa ku ‘hûn dibêjin ku meseleya Kurd Ocalan û Erdogan çareser dike?’ Çandar wiha bersiv da: “Belê. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê her du aktorên herî girîng Ocalan û Erdogan e.”
Rudaw
