• Monday, 09 February 2026
logo

Xwepêşanderên Enbarê bangek arasteyî Barzanî dikin

Gulan Media January 7, 2013 Nûçe
Xwepêşanderên Enbarê bangek arasteyî Barzanî dikin
Lijneya hemahengî ya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê bi niyazin bangekê arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên Êraqê yên din bikin jibo ku serdana wan bikin.

Malpera Sumeriye newsê li zarê berdevkê lijneya hemahengiya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê Şêx Seîd Lafî belavkiriye ku: "Lijneya hemahengiyê ya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê û Feloce û bajarên din bi niyazin civînekê saz biin û di wê civînê de bangî Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên din yên Êraqê yên ser bi hemû pêkhateyan û olên cuda bikin jibo serdana xwepêşanderan bikin."

Berdevkê lijneya hemahengiya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê aşkira kir ku: "Mebesta li vê bangeşeyê eweye ku bi awayekî rasterast û bi bê navbeynkar yan jî dazgehên ragihandinê, Barzanî û serkirdeyên din yên Êraqê li daxwazî û nêrînên xwepêşanderan agahdar bikin."

Şêx Seîd Lafî helwesta Herêma Kurdistanê bermaber daxwaziyên xwepêşanderên parêzgeha Enbarê jî bi giring destnîşan kir û got: “Ewe nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê rêzê li mafên mirov digre û peroşiya wan bo aramkirina rewşê derdixe hole.”

Xendan
Top