• Monday, 09 February 2026
logo

Esed sipasiya ciwanên Serêkaniyê kir

Gulan Media January 6, 2013 Nûçe
Esed sipasiya ciwanên Serêkaniyê kir
Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî salekê derket û gotarekê pêkêş kir. Esed mina berê tû tiştekî nû negot. Esed di gotara xwe de spasiya ciwanên kurd ên li Serêkaniyê li dijî komên çekdar şer kirîn kir.

Beşar Esed di gotara xwe de ragihand ku ew şerê Terorîstan dikin û tiştê ku li Sûriyê diqewme ne şoreş e û hin kes dixwazin Sûriyê parçe bikin.

Di berdewamiya gotara xwe de ku dû saetan ji dema xwe paşket, Esed tekez li ser wê yekê kir ku ew di nav axa Sûriyê de şer digel welatên dijminê Sûriyê dikin û spasiya helwêsta Çîn û Rûsyayê kir ku hertim piştgîriya wî dikirin.

Li gorî çalakvanên Sûriyê, berî ku Esed gotara xwe pêşkêş bike, hêzên wî tevayî kolanên bajarê Şamê dorpêç kirin.

Çend gotinên giring ên Beşar Esed bi vî awayî ne...


Esed sipasiya ciwanên Serêkaniyê kir

- Ewê ku behsa çareseriya siyasî diken pir nezane.

- Em digel çareseriya siyasî ne, lê me tû şerîkekî ji xwe re ne dîtiye.

- Çareseriya siyasî ewe ku referandum li ser destûrê bê kirin digel hilbijartinên parlamantoyê.

- Divê kongireyeke Niştîmanî bê sazkirin û piştre dê kiryarên leşkerî bên sekinandin.

-Qonaxa duyemîn a çareseriyê ewe ku lêborîneke giştî bê derkirin û aştiya niştîmanî çê bibe.

Rudaw
Top