• Monday, 09 February 2026
logo

Parlementoya Îraqê Civiya Lê Hijmara Qanûnî Kêm Bû

Gulan Media January 6, 2013 Nûçe
Parlementoya Îraqê Civiya Lê Hijmara Qanûnî Kêm Bû
Evro Parlementoya Îraqê civîna xwe ya awarte yaku, beriya çend rojan Serokê Parlementoyê daxwaza lidar xistina wê kiribû lidar xist lê hijmara qanûniya Parlementeran kêm bû.

Di vê derbarê de çavkaniyek ji Parlementoya Îraqê diyar kir ku, evro Parlemen bi amadebûna 156 Parlementeran civiya û ev hijmara han bo qanûnî bûna civînê kême dibe hijmara Parlementeran bigehêje 163 û her gav hijmara Parlementeran gehêşte vê astê vê demê civîna awarte tê lidarxistin.

Beriya destpê kirina vê civîna han Serokê Parlementoya Îraqê Osame Nocifî bi Serokê firakisyonên nava Parlementoyê re civiya bû û di derbarê hin meseleyan weke daxwazên Xwepîşanderan giftûgo kiribû.
Top