• Monday, 09 February 2026
logo

KCK: Ocalan jî mîna Barzanî alîgirê diyalogê ye

Gulan Media January 5, 2013 Nûçe
KCK: Ocalan jî mîna Barzanî alîgirê diyalogê ye
Berpirsê pêwendiyên derve yê Koma Civakên Kurdistan (KCK), Roj Welat pêşwazî li helwesta serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser “hevdîtinên Îmraliyê” kir û ragihand ku hatina şanda MÎT bo Qendîl di rojevê de nîne.

Berpirsê pêwendiyên derve yê KCK (PKK jî di nav xwe de digire) Roj Welat ji Rûdawê re got “Derbarê hatina şanda MÎT bo Qendîl tiştek fermî nehatiye gotin. Bo tiştên giştî tenê daxuyaniya Murad Karayilan helwesta me ya fermî ye.”

Welat, pêşwazî li helwesta serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember hevdîtinên li Îmraliyê bi serokê PKK, Abdullah Ocalan re tê kirin, kir û destnîşan kir ku Ocalan jî mîna Barzanî alîgirê zimanê diyalog û şêwazên aştiyane bo çareseriya pirsa kurd li bakûrê Kurdistanê ye û wiha axivî:

“Em pêşwaziya vê helwesta serokê Herêma Kurdistanê dikin û vê gava wî karekî pozîtîf dibînin.”

Li bara arîşeya sînorê navbera Herêma Kurdistan û rojavayê Kurdistanê de jî wî berpirsê KCK got ku “bi awayekî pratîkî” tu sînorek navbera her du beşên Kurdistanê de nîne û wiha anî ziman:

“Lê niha divê deriyê sînorî vekirî be ku alîkariya kurdên rojava bê kirin ji ber ku ew mijûlî şoreşek mezin in. Bo dabînkirina pêtviyên xwarin û vexwarinê ev derî pêwîst e ji ber wê jî daxwaziya me ew e ku têlên li ser sînor hatine danîn bên rakirin ji ber ku em kurd in û xûşk û birayê hev in.”

Rudaw
Top