• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Kusret Resûl Civiyan

Gulan Media January 5, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Û Kusret Resûl Civiyan
Duh li Bajarê Silimaniyeyê Cîgirê yekem yê Sekreterê giştî yê Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê Kusret Resûl pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa bihêztir kirina peyvendiyên steratejîk yên di navbera her du partiyên hevpeyman de kirin û pişt re jî rewşa siyasî ya Kurdistan, Îraq û Deverê jî hate nirxandin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de tebayî û yekrêziya nav mala Kurd weke merca sereke ya ji bo serkeftina hewldanên heyî yên ji bo aramiya siyasî û bihevre jiyana aştiyane hate wesifkirin û ragihandin ku, dibe tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di warên netewî û nîştimanî de xwedan yek helwest bin.

Di derbarê rewşa aloz ya Îraqê de jî her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, danûstandin û diyalog rêya herî baş ya çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî ye.
Top