Parlamentoya Iraqê civîna awarte li dar dixe
Nivîsîngeha Ragihandina Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand ku Serokê Parlamentoya Iraqê Ûsame Nucefî daxwaz ji parlamenteran kiriye ku di saet 10:00’ê sibeha Yekşema dahatû ji bo civîneke awarte li Parlamentoyê amade bibin. Hat gotin ku bi armanca gotûbêjkirina daxwazên xwepêşanderan û aloziya ku niha bi Iraqê ketiye, dê ev civîna bê lidarxistin.
Piştî pasevanên Wezîrê Darayî yê Iraqê Rafîh Îsawî ji aliyê hêzên taybet ve hatin destgîrkirin, rewşa siyasî Iraqê her çû aloztir bû. Ji ber beşdarnebûna wezîran du car e civîna wezîran tê paşdexistin.
Roja Îniya hefteya borî jî bajarên ser bi parêzgeha Enbar, Tikrît û Mûsil ketin ber pêla xwepêşandanan. Heta niha jî rêya navneteweyî ya Iraq-Urdinê ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye girtin.
Rudaw
