• Monday, 09 February 2026
logo

Kerkûk: Erebên Sune li dijî Malikî serî hildan

Gulan Media January 1, 2013 Nûçe
Kerkûk: Erebên Sune li dijî Malikî serî hildan
Bo piştevaniya Erebên Sune yên li parêzgeha Enbarê û bajarê Sunî`yan ên din , îro sêşeme bi piştevaniya çend eşîreten mezin û çend hizbên siyasî, Erebên Kerkûkê daketin qadan û dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaza ruxana hikûmeta Malikî dikin.

Peyamnêrê Xendanê li cihê xwepêşandanê ragihand ku: "Ji bo piştevanîkirina li Erebên parêzgeha Enbar û parêzgehên Sunî`yan , îro 1/1/2013`an di demjimêr 10`ê sibê hejmareke mezin li Erebên Kerkûkê bi piştevaniya çend eşîret û hejmarek ji partiyên siyasî daketin qadên bajêr û dest bi xwepêşandanan kirin û diruşmên ruxana hikûmeta Nurî Malikî hildan."

Peyamnêrê Xendanê got: "Hêzên operasyonên Dîcle, ji bo ku rê li pêşiya hatina Erebên Hiwêce bigrin rêya Kerkûk – Hiwêce daxistin ev yek jî ji bo xwepêşanadan mezin nebê."

Peyamnêrê me da zanîn ku li bajarê Kerkûkê hemû hpêzên polis ketine rewşa amadebaşiyê.

Xendan
Top