• Monday, 09 February 2026
logo

Ji ber Şewtandina wêneyên Ocalan rewşa awarte li Amûdê hat ragihandin

Gulan Media December 29, 2012 Nûçe
Ji ber Şewtandina wêneyên Ocalan rewşa awarte li Amûdê hat ragihandin
Hat zanîn ji ber şewitandina posterên serokê PKK, Abdullah Ocalan, li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê rewşa awarte hat ragihandin.

Çalakvanekî kurd ji bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re ragihand ku îro (29-12-2012) wêneyên Ocalan ku li ser cade û kolanên bajarê Amûdê dalqandî ne ji aliyê kesên nenas ve hatin rakirin û qetandin.

Wî çalakvanî diyar kir ku ji ber wê yekê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rewşa awarte ragihand û çi kesekî kû gûman li ser hebe dê bê girtin û bo dadgeha Gel bê şandin.

Hevdem ajansa ANF kû nêzî partiya PKKê ye belav kir kû kesên nenas li bajarê Amûdê weneyên simbûlên PKKê yên kû li kolanan dalqandî ne, hatin boyax kirin, bê ku behsa ragihandina rewşa awarte bike.

Rudaw
Top