• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîka hişyaria êrişên “terorîstî” li Kerkûk û Bexdayê dide

Gulan Media December 29, 2012 Nûçe
Amerîka hişyaria êrişên “terorîstî” li Kerkûk û Bexdayê dide
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê ragihand ku ji ber nêzîkbûna pîrozbahiyên sersala nû dibe ku êrişên “terorîstî” li bajarên Kerkû û Bexdayê rû bidin.

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera saziyê hat weşandin, ragihand ku li gorî agahiyên ku gihîştiye destê wan “terorîst dê navendên Amerîkî li Iraqê bi taybet balyozxaneya wî welatî bikin hedefa êrişan”.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku dêrên bajarên Kerkûk û Bexdayê jî dibin metirsiya van êrişan ji ber wê jî divê welatiyên Amerîkî dema serdana bajarên Kerkûk û Bexdayê dikin hişyar bin.

Rudaw
Top