bi 10 hezaran welatî li Roboskiyê kom bûn
Dayikên Roboskiyê cilên reş li xwe kirin û wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û li ser gorên zarokên xwe rawestiyan. Di bernameyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, wiha got: "Ji ber ku dewleta vî gelî tune hûn nikarin vê zilmê li ser vî gelî bimeşînin.
Divê Kurdistana Kurdan hebe ku hesabê komkujiya Roboskiyê bê pirsîn. Wekî din tu rê û çareya vê yekê tune.” Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku gelê kurd tu carî li hemberî vê zilmê serî danenî û dê tu carî serî danîne. Turk, da zanîn ku kurt nemiriye û dê nemire.
Rudaw
