• Monday, 09 February 2026
logo

Tariq Haşimî: Malikî Îraq Berbi Parçebûnê Ve Dibe

Gulan Media December 27, 2012 Nûçe
Tariq Haşimî: Malikî Îraq Berbi Parçebûnê Ve Dibe
Cîgirê berê yê Serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî di hevpeyvînekî de bi Rojnameya Heyat ya Londonê re diyar kiriye ku, Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî yek ji pêkhateyên olî û sereke yên Îraqê perawêz xistiye.

Haşimî herwiha eşkere kiriye ku, siyasetên niha yên Serokwezîrê Îraqê welat berbi parçe kirin û şerê navxweyî ve dibin.

Çavkanî herwiha behsa xwepîşandanên Suneyan jî kiriye û eşkere kiriye ku, vê xwepîşandanên suneyan dawî bi desthilata Malikî bîne.
Top