Mesrûr Barzanî Persenameyek Pêşkêşî Malbeta Şerafedîn Elcî Kir
Birêz Mesrûr Barzanî di beşek ji vê persenameya han de dibêje: Xwedê jê razî nimûneyeke baş ji têkoşîn, berxwedan û xweparastina aştiyane bû lewre jî çendîn sal di nava Girtîgehan de meye û ji kar û xebatan hatiye dûrxistin lêbelê xwedê jê razî ti carî dev ji hewldanên xwe yên ji bo gehêştin bi mafên reva bi rêyên aştiyane ber nedaye.
Hêvî dikim rêya aştîxwaz û demokratîk ya xwedê jê razî bihêz bibe û bibe rêya bidest xistina tevahiya mafên Gelê me li Bakûrê Kurdistanê de.
Daxwaz ji xwedayê mezin dikim ku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike.
Birayê we
Mesrûr Barzanî
26.12.2012
