Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Di destpêka vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa rewşa tendirostiya Serokkomarê Îraqê kir û ragihand ku, nûçeya aloz bûna rewşa tendirostiya Serokkomarê Îraqê nebaştirîn nûçe bû ku, di Hefteya derbasbûyî de gehêşte me û li ser navê civata Wezîran hêviya baştir bûna rewşa tendirostiya Serokkomarê Îraqê xwest.
Serokwezîr herwiha diyar kir ku, Serokkomarê Îraqê hertim di nava hewldanan de bû daku, karekî baş yaku, xêra xwe ji tevahiya Îraqê re hebe bike lewre hem Kurdistan û him jî Îraqê bi cidî li benda baş bûna rewşa tendirostiya Serokkomarê û wegera vî bo welatin.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa çûyîna heyeta Kurdistanî bo Bexdayê û civînên heyeta han bi aliyên Îraqê re ya ji bo çareser kirina aloziyên heyî yên li Deverên Kurdî ên li Derveya Kurdistanê jî hate kirin û di vê derbarê de Wezîrê navxwe yê Hikûmeta Kurdistanê Kerîm Şerngarî ragihand ku, me weke heyeta Kurdistanî ji Hikûmeta Îraqê re ragihand ku, mirov dikare tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bike.
Çavkanî herwiha eşkere kir ku, heyeta Kurdistanî ev yek eşkere kiriye ku, em daxwaza çareseriyeke mayende bo tevahiya kêşeyên heyî û normal kirina rewşa heyî dikin û her du alî bo vê yekê jî bernameya xwe pêşkêş kiriye û li ser kombûna Rayedarên Bexda û Hewlêrê di rojên pêşiya me de bo danîna bernameya çareserî lihev hatine.
Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê ev serdana han bi pêngaveke erênî wesif kir û ragihand ku, ev pêngava han encama hewldanên Serokkomarê Îraqê ye.
Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, nabe gelek bi wan civînên han dilxweş bin lêbelê emê heta dawî bi diyalog û çareseriya aştiyane re wefadarbin û tevahiya hewldanên xwe jî di vê derbarê de raber bikin jiber ku, li gorî baweriya me tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalogê tên çareserkirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de bernameya wezareta ewqafê jî hate nîqaşkirin û piştî nîqaş û pêşkêş kirina çendîn pêşniyar û nêrînan bernameya han jî hate pesendkirin.
