Hikûmeta Kurdistanê peyameke sersaxiyê da malbata Elçî
Serokatiya Civata Wezîran, behîdariyê li malbata Elçî dike.
Bi helketina koçbarbûna siyasetvanê navdarê kurd, wezîrê berê yê Tirkiyeyê, parlementerê niha yê Diyarbekirê, welatparêz û kurdperwerê naskirî xwedêjêrazî Şereferdîn Elçî, em ji dil hevderdî û hevxemiya xwe bi malbata rêzdar û tekoşera Elçî, kesûkar û dostên wî û tevaya gelê kurd re parve dikin. Bi koçbarbûna xwedêjêrazî mamoste Elçî, gelê kurd siyasetvan û tekoşerekê dilsozê kurdîniyê û xemxwerê gel û welat winda kir.
Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi buhişta xwe şa bike û aramî û hedarê bide malbat û kesûkarên wî.
Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê
26.12.2012
