Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jê razî Şerafettin Elçi kir
Malbata rêzdar xwedê jê razî Şerafettin Elçi
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetî û siyasetmedarê navdar xwedê jê razî Şerafettin Elçi gihîşt min û min xemgîn kir.
Bi vê xemgîniyê hevxemiya xwe pêşkêşî we yên malbata rêzdar û hemû hevalên wî û gelê Kurd dikim.
Xwedê jê razî xebatkarekî aza û nîştimanperwer û dilsozekî rêbaza Kurdayetî û xwedî hestekî neteweyiyê bilind bû û roleke diyar li dakokîkirina aştiyaneya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye de dît, ji bo wê yekê ji destdana wî kesayetiyê ziyanek bû ji bo gelê Kurd û hemû gelê Tirkiye. Ruhê wî yê pak cihê bihûşta firehe înşallah.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/12/2012
