Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarê xwedê jê razî Şêx Dara Şêx Celal Hefîdzade kir
Malbata rêzdar Hefîdzade
Silavên xwedê li we bin
Mixabinî nûçeya koça dawiya Şêx Dara Şêx Celal Hefîdzade gihîşt min. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we dikim û hevbeşê xem û diltengiya we me û hûn û kesukarên we xweş bin.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ku eve nexweşiya we ya dawî bê û sebirê bi we hemû aliyek bibexşê û ruhê rehmetî jî li bihûşta xwe ya fireh bi cîh bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/12/2012
