Ji Serokomar Gul ji bo Şerafadîn Elçî peyama sersaxiyê
Piştî ku siyasetmedarê Kurd Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Beşdarîxwaz û Parlamenterê Amedê Şerafettîn Elçî duh êvarê di saet 18:40’an de li Nexweşxaneya Medicana International a Enqereyê koça dawîn kir, Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul bi peyamekê xemgîniya xwe derbirî. Gul, di peyama sersaxiyê de got ku Elçî wekî kesayetiyekê siyasî yê girîng ji bo welat xizmetên mezin kiriye.
Daxuyaniya sersaxiyê ya Serokomarê Tirkiyeyê wiha didome: “Elçî ji bo aştî û biratiya navxweyî hewlên girîng bi pêş xist. Dê di cihana siyaseta me de cihê wî neyê tijîkirin.”
Siyasetmedarê Kurd Elçî ku di 12’ê Îlona 2011’an de wekî parlamenterê Amedê di Bereya Azadî, Ked û Demokrasiyê de hatibû hilbijartin, li nexweşxaneya ku tedawiya penceşêrê didît duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Elçî zewijadî û bavê 7 zarokan bû.
Rudaw
